Li Bestaya Şirnexê şer derket: HPG’ê cerdevanek ceza kir

Li herêma Bestayê di navbera endamên HPG’ê û artêşa Tirk de şer derket û cerdevanek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Li navçeya Licê ya Amedê jî bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan artêşa Tirk ket tevgerê.

Duh bi şev li Herêma Besta ya Şirnexê di navbera hêzên Gerîla û artêşa Tirk de şer derket.

Li gorî nûçeya ajansa Mezapotamyayê, di encama şer de cerdevanê bi navê Nûmet Encû hatiye kuştin.

Çavkaniyan her wiha agahî dane ku gelek leşker jî birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Li Lîceya Amedê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dest pê kiriye

Li aliyê din, li navçeya Liceyê jî bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan artêşa Tirk ketiye tevgerê.
Wezareta Karên Hundir a Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Licê ya Amedê bi tevlibûna 645 leşker û cerdevanan wan dest bi tevgerê kirine.

Back to top button