Navenda Kirîna Dan a Minbic 11’ê Tîrmehê ragihand ku wergirtina hilberînên genim û ceh bi dawî bû.
Li gorî navendê miqdara hilberînên ku wan îsal wergirtine du qatî ya sala 2018`an e.
Her wiha amadekarî tên kirin da ku tov li cotkaran were belavkirin.
Endamê rêveber ê Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî yê Minbicê û gundewarê wê Hemed Ibrahîm ragihand ku wan miqdarên genim û ceh ên wergirtine jimartine û got:
Miqdarên genim ji cureya nerm gihaşt 3 hezar û 230 ton, genimê hişk 640 ton derbas kir.
Bi vê yekê miqdara genim a wergirtî ji her du cureyan 3 hezar û 870 ton e.
Heta niha navendê derdora 2 hezar û 222 ton ceh wergirtiye.