“Dewleta Tirk dijminatiya me dike”

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tekez kirin ku divê CPT erka xwe ya têkildarî rêber Ocalan bi cih bîne.

Welatiya bi navê Fatime Şêxo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk dijminatiya me dike û şerê me dike..

Bi rêbazên cuda komkujiyan dike û tecrîda li ser Rêbertî ferz dike..

Fatime Şêxo anî ziman ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.

Xedîce Mûrad jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bi Rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Welatiya bi navê Ezîme Qasim, bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî sûcên li ser rêbertî tên kirin, şermezar kir.

Back to top button