Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran

Di Doza Kobanê de, mutalaaya esas li dadgehê hat xwendin, lê beşên wê yên li dadgehê nehatin xwendin. Her wiha li gorî agahiyan, dozger doza cezayê muebeda girankirî kiriye.

Di Doza Kobanê de ku Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 kes pê tên darizandin, mutalaaya esas hat xwendin.

Di doza Kobanê de li 24 Parlamenterên berê yên HDP’ê cezayê muebeda giran bê birîn.

Doza Kobanê taloqî 3’yê Tîrmehê hat kirin

Di periyoda 3’an a dozê de daxwazên siyasetmedar û parêzeran hatin redkirin û hêj parastina siyasetmedaran nehatibû girtin ku mutalaa hat xwendin.

Girtiyên siyasî, parêzerên wan û beşdaran jî bi çepikan ev biryar protesto kirin û ji eywanê derketin.

Heyeta dadgehê piştî navberê, biryara xwe li hêwana vala xwend.

Heyetê ji bo beyanên der barê esasê de bên wergirtin danişîn taloqî 3’yê Tîrmehê kir.

Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne

Back to top button