Şandeyek Tevgera Azadiyê bi serokatiya Hevseroka Tevgera Azadi Tara Hisên, gihiştin ser gorên Enfaliyan û 35’emîn salvegera Enfalê li gel kesûkarên qûrbaniyan bibîranîn.
Dema şande gihişt wir, nûner û kesûkarên Enfaliyan daxwaz ji şandeya Tevgera Azadî kirin ku piştgiriya wan bikin û li gel wan bin.
Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Sara Reza di merasîma bîranînê de axivî û got:
“Em ne li dervey vê civak, êş û azarê ne, xwediyê Enfaliyanin, xwediyê wan şehîdanin ku bi xwîna wan pêkhateyeke bi navê Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye ava kirin.
Lê mixabin hinek çete, mafya, bêhêz û bê tecrûbe, bi rêve dibin û li ser desthilatin û hemû mafên kesûkarên şehîdên Enfal û kîmyabaranê binpêkirine.”
Sara Reza di dawiyê de ev tişt got: “Em daxwaz ji kesûkarên Enfaliyan dikin ku ji bo mafên xwe bi yekitiyê bi dest bixin, yek deng û yek helwest bin.