Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li navçeya Merkezefendî di vekirina buroya hilbijartinêd e axivî, got ku em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê.
Partiya Çepên Kesk, di gera xwe ya li Egeyê de, li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê buroya hilbijartinê vekir.
Şande li têketina bajêr bi karwaneke qelebalix hat pêşwazîkirin û bi dehan wesayîtan çûn Taxa Alpaslanê.
Li wir vekirina buroyê bi govengerandinê hat pîrozkirin.
Paşê Berdevka TOP’ê û Namzeta Parlementeriyê ya Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca axivî û got: “Bila dost û dijmin zanibin ku em ji bo serketinê tên.”
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr: Teqez em ê bi ser biekvin
Paşê Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got: Em ê ji bo serketinê rêya sêyem ava bikin û teqez em ê bi ser biekvin.”
Mîthat Sancar: Em ê ji denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Snacar axivî û wiha anî ziman:
Desthilatê karê me, nanê me û vîna me xesp kir.
Lê em ê nehêlin dengê me xesp bike.
Em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê.”



