Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê

Li Bakurê Kurdistanê Doza Kobanê bi rûniştina 24. dewam dike. Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di dozê de diyar kir ku mutalaya Doza Kobanê amadekariya hilbijartinên 14’ê Gulanê ye.

Rûniştina 24’an a Doza Kobanê di roja yekemîn de li Girtîgeha Sîncanê yê Enqereyê hat lidarxistin.

Gelek namzet û parlamenterên HDP’ê û yên Partiya Çepên Kesk û parêzerên endamên ÎHD’ê û OHD’ê danişîn şopandin.

Ji Serokê Dadgehê Parastina Lezgîn: Jiyan kurt e

Di danaşîna dozê de parêzer Kemal Akalin bertek nîşanî şandeya dadgehê da û got: “Çima hûn wisa ecele dikin, min hê jî fêm nekiriye.”

Serokê dadgehê jî wiha bersiva berteka parêzer da: “Jiyan kurt e.”

Danişînê bi vê nerazîbûnê dest pê kir.

Serokê dadgehê îfade û belgeyên şahidê veşartî ku derbarê Ayhan Bîlgen de dabû û li dosyeyê hatine zêdekirin, xwend.

Demîrtaş: Biryara neşopandinê wek delîl li dosyeyê hatiye zêdekirin

Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de axivî û têkildarî belgeyên li dosyeyê hatine zêdekirin parastin kir.

Demîrtaş bi bîr xist ku derbarê îdiayên Ayhan Bîlgen de biryara neşopandinê hatiye dayîn.

Serokê dadgehê jî got, ku biryara neşopandinê ji bo me ne delîl e.

Demîrtaş da zanîn ku biryara neşopandinê wek delîl li dosyeyê hatiye zêdekirin û wiha got:

“Di danişîna berê de ji bo amadekirina mutalayê we beriyar da.

Lê em israra xwe ya ku jêpirsîna bê kirin didomînin.”

Demîrtaş: Mutalaya dozê ji bo hilbijartinê hatiye amadekirin

Demîrtaş anî ziman ku mutalaya dozê ji bo hilbijartinê hatiye amadekirin û wiha axivî:

“Hem doza girtina HDP’ê û hem jî Doza Kumpasê ya Kobanê li gorî hilbijartinê hatine eyarkirin.”

Demîrtaş: Em ê destûr nedin ku mudaxileyî hilbijartinan bê kirin

Demirtaş di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: Ji hilbijartinan re 33 roj man.

Em ê li dijî ku hûn li ser wî kursiyî mudaxileyî hilbijartinê bikin bêdeng nemînin.

Hûn ew mirovin ku mudaxileyî hilbijartinên serokkomariyê kir û we eşkereyî darbe kir.

Em gelê xwe vedixwînin ku vê îktidara faşîst di sindoqan de têk bibe.”

Back to top button