Ji ber dorpêçê çandiniya li Şehbayê zîrar dît

Di encama dorpêça li ser kantona Şehbayê de berhemên çandiniyê yên li herêmê zirareke mezin dît.
Ji ber ku cotkar nikarin berhema xwe semad bikin; ji ber nebûna sotemeniyê nikarin zeviyên xwe av bidin.

Cotkarên kantona Şehbayê dest bi çinîna genim û ceh kir.

Lê cotkaran çandiniya avî berda û tenê ya bejî çand.

Dorpêça li ser kantona Şehbayê ji hêla hikumeta Şamê ve hişt ku cotkar zeviyên xwe bejî biçînin.

Ji ber ku buhayê her bermîleke mazotê milyonek lîreyê Sûriyeyê ye..

Tûreke sedemê jî bi 45 dolarî ye.

Ji sedî 30’ê rûbera çandiniyê ya li Şehba û Şêrawayê nehat çandin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Desteya Aboriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Basim Osman got:

“Mewsima niha ji ber dorpêçê zirareke mezin dît ..

Ji ber dorpêçê cotkaran nekarî zeviyên xwe av bide û tenê bejî çandin.

Ji ber ku sotemenî tune bû.”

Back to top button