Corona.. 115 kesên din li Tirkiyeyê mirin

Li gorî rayedarên Tirk ragihandin ku li Tirkiyeyê 3 hezarr û 116 rewşên nû yên bi nexweşiya vîrûsa Coronayê hatin tomarkiriin û 115 kes jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên di nava 24 saetên dawî de yên girêdayî nexweşiya vîrûsa Coronayê ragihand.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di 24 saetên dawî de 115 kesên din ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, 3 hezar û 116 rewşên nû yên bi vîrûsê hatine tomarkirin.

 Li Tirkiyê jmara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine nêzî 102 hezarî bûye, ji wan 2 hezar û 491 kes mirine.

Back to top button