Komîteya avê ya Eyn Îsayê pirsgirêkên qutbûna avê li bajêr çareser dike

​​​​​​​Komîteya Avê ya şaredariya Eyn Îsayê pirsgirêka qutbûna avê çareser dike.

Piştî xezanên avê yên li stasyona ava Eyn Îsayê xerab bûn, ava vexwarinê li navçeya Eyn Îsayê qut bû.

Stasyona ava Eyn îsayê 1 km dikeve başûrê navçeyê û avê dide tevahiya navçeyê.

Komîteya avê ya Eyn Îsayê diyar kir ku piştî rêjeya ava Belîx kêm bû, pompeya Zehra ya ku av dida stasyona Eyn Îsayê sekinî.

Meclisa Sivîl a Reqayê jî pirên ji ava qenala Belîx hatine, sererast dike.

Ji van piran;

Pira Til Semin a li bakûrê Reqa wekî pireke sereke ya çûn û hatina di navbera Reqayê û bejahiya Bakurê Sûrî de ye.

Çaksazên pirên Til Semin gotine, dibe sererastkirina piran 60 rojan dewam bike.

Komîte niha bi rêya 3 sehrîcan hewl didin kêmbûna avê çareser bikin.

Lewra 24 seatan sehrîc avê li taxên din ên navçe û navendê avê belav dikin.

Back to top button