Vîrosa Korona li 14 welatan belav bûye û heta niha 41 kesî jiyana xwe ji dest daye

Vîrosa Korona ya ku li bajarê Wuhan yê Çînê derket û belav bûye, cihan xistiye nava metirsiyê. Her roja derbas dibe, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Heta niha hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 41’an.
Tevî Çînê vîrosa korona heta niha li 14 welatan hatiye tesbîtkirin.

Vîrosa Korona ku di sala 2019’an de li bajarê Wuhan yê Çînê derket, bi lez li cihanê belav dibe.

Di serdî de bajarê Wuhan û gelek bajarên din yên Çînê rewşa awerte hatiye ragihandin.

Li van cihên ku metirsî herî zêde li ser heyî, hêjmara niştecihên wê nêzî 41 milyone.

Rayedarên Çînê dan zanîn ku li bajarê Wuhan û herêmên derdora wê heta niha li ser hezar û 300 kesî vîros hatiye tesbîtkirin.

2 kesên ku li bajareke din yê Çînê Macau ku vîros derbasî wan bûbû serdanao Hong Kongê kiribûn.

Hate ragihandin ku li Hong Kongê 5 kes bi vîrosa Korona ketine.

Piştî rawestandina seferên barhilgirên giştî, niha bi seyareyên kesî jî ketin û derketina navenda bajarê Wuhanê hat qedexekirin.

Li herêma Hubeî ya Çînê jî bijîşkek ji ber vîrosa Korona jiyana xwe ji dest da.

Nexweşiya ku ji Çînê derketî, li 14 welatên din jî belav bûye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Japonya roja şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû, vîros li 3 kesan hatiye tesbîtkirin.

Jineke ku ji bajarê Wuhan yê Çînê di 18’ê Çileyê de çûbû Japonyayê ji ber vîrosê jiyana xwe ji dest da.

Li welatê başûr-rojhilatê Asya Malêzya jî heta niha vîros di 3 kesan de hatiye dîtin û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Awustralya jî diyar kir ku vîros di jineke Çînî ya serdana welatê wan kirî de hatiye dîtin û goman heya ku vîros derbasî 2 kesên din jî bûye.

Rayedarên Awustralyayî ji welatiyên xwe xwestin ku serdanên xwe yên geştiyarî ji bo Çînê rawestînin.

Metirsiya Vîrosê, Amerîka û Fransa ji girtiye nava xwe.

Li bajarê Chicago (Şîkako) yê Amerîka û li bajarên Parîs û Bordeaux yên Fransa jî vîros hatiye tesbîtkirin.

Li Nepalê jî kesekî 32 salî ku ji bajarê Wuhanê dihat, vîros li ser hate tesbîtkirin.

Piştî dermakirinê kes rehet bûbû.

3 kesên ku tê gotin ji bajarê Wuhan ê hatine û vîros derbasî wan bûbû, li Sîngapurê jiyana xwe ji dest dan.

Li Koreya Başûr, Tayvan, Tayland û Vîyetnamê jî heman nexweşî hatine tesbîtkirin.

Metirsî heye ku vîrosa Korona li herêmê nû belav bibe û hêjmara kesên jiyana xwe ji dest bidin jî zêde bibe.

Back to top button