Çeteyên dewleta Tirk bi darê zorê gundê Beradê yê Şêrewa vala dike

Dewleta Tirk a dagirker ji bo temamkirina projeya xwe ya guhertina demografiya herêmê êdî li Efrînê gundan dide vala kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ”Firqet El-Hemzat” ferman dane şêniyên gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ku di 24 saetan de gund vala bikin.

Ev ferman jî di çarçoveya projeya Erdogan ya guhertina demografiya herêmê de tê.

Hêjayî gotinê ku dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Beradê dagir kirin piraniya şêniyên gund derketin û neçarî koçberiyê bûn. Malbatên mayî jî koçberî qebûl nekirin û dest ji malên xwe bernedan.

Lê niha bi fermana dewleta Tirk a dagirker ev gund bi darê zorê ji şêniyên wê yên resen tê valakirin.

Back to top button