ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 157’AN DE YE

Ji bo dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan were anîn, berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardarî dewam dikin.
Pêşeng û sembola çalakgeran Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 157 rojin di çalakiyê de ye.
Keça Guven Sebîha Temîz diyar kir ku diya min li pêşiya min dihelê, tiştê ku diya min dikuje bêdengiye, divê her kes bikeve tevgerê.
Her wiha malbatên girtiyan jî bi çalakiyên cuda piştgirî dan berxewdan zindanan.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocala 157 rojin li dare.

Çalakiya ku bi pêşengiya Guven li girtîgehan despêkirî di demek kin de li girtîgehên dewleta tirk belav bû.

Koma despêkê ya çalakgeran ev 118 rojin di çalakiyê de ne.

Her wiha girtiyên ji doza PKK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku ew ê 1’ê Adarê dest bi çalakiyê bikin.

Ev çalakiya ku zêdeyî 7 hezar giriyên ji doza PKK û PAJK’ê tê de ne, îro di roja xwe ya 44 an de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe li mal dewam dikin.

Ji van;

Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 99,

Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 97,

Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 89,

Îhsan Sinmiş ê li Kuçuk çekmece ya Stenbolê 46 roj in di grevê de ye.

KEÇA LEYLA: DIBE KU BIDENGÎ PÊŞIYA ÊŞÊN MEZINTIR VEKE

Keçe Leyla Guven Sabîha Temîzkan li ser rewşa dayîka axivî.

Sabîha Temîzkan diyar kir ku rewşa dayika wê gehiştiye astek xerab û got:

Dayika min li ber çavê min dihele.

Ligel ku ez wê her kêlî dibînim û hewl didin bibim alîkar jî, dîsan pir pê bandor dibim.

Temîzkan, bêdengiya heyî jî nirxand û wiha anî ziman.

A rastîn ez vê bêdengiyê rexne dikim. Dibe ku ev bêdengî rê li ber êşên mezintir veke.

Ji girtîgehan tabût derdikevin û êdî dayika min nema dikare xwe bi hêz nîşan bide.

vînek pir mezine û divê tiştek bê kirin.”

TEMELLÎ: GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI ASTEK XETER DE YE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî beriya civîna Meclîsa Partiyê ya li Navenda Giştî bal kişand ser grevên birçîbûnê.

Temellî got:

Grevên birçîbûnê ketine asta herî krîtîk.

Heta niha ji bo şermezarkirina tecrîdê 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Em bang li Wezareta Dadê dikin, bersivê bidin vê daxwaza mafdar û qanûnên xwe bicih bînin.

LI AMEDÊ DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE TECRÎD HAT ŞERMEZARKIRIN

Her roj destekdayîna bi çalagern re jî zêde dibe.

Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin çalageran li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê dan.

Lê polîsan destê sibê dora girtîgehê girtin û nehiştin malbat nêzî girtîgehê bibin.

Malbat jî bi sloganan ber bi avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan.

Li vê derê jî polîsan nehiştin parlementer û hevşaredarên HDP’ê ji avahiya bajêr a HDP’ê derkevin.

Lê rexmî wê parlamenteran daxuyanî dan.

Leave a Reply

Back to top button