Xwerêveberî û xweparastin mafê bingehîn ê Şengaliyan ne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik fermanên li ser civaka Êzidî pêk hatine bi bîr xist û destnîşan kir, ku xwerêveberî û xweparastin mafê bingehîn ê xelkê Şengalê ye. Bayik anî ziman ku heman planên li ser Şengalê, li ser Mexmûrê jî tên gerandin û bang li hêzên demokrasiyê û gelê Kurd kir ku li dijî van polîtîkayên şaş helwesta xwe diyar bikin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di gotareke xwe de ya di rojnameya Serxwebûnê de, bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Kurdan.

Cemîl Bayik îşaret bi planên li ser Şengalê yên ji aliyê Amerîka, Tirkiye û PDK’ê ve tên gerandin kir û got:

“DYE, dewleta Tirk û PDK’ê li dijî Şengalê dest bi êrîşeke nû kiriye, bi vê yekê re pêvajoyek nû dest pê kir.

Bi van planên nû re, Şengal bêyî xwerêveberî û xweparastinê nikare nasnameya xwe ya hebûnê bidomîne.

Eger ji vê yekê bêpar bê hiştin, wê bikeve nava qirkirineke bi demê re.”

Hêzên herî rewa li Şengalê yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine ne

Bayik, rewabûn tenê da hêza xweparastinê ya di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de ava bû û ev bersiv da PDK û Bexdayê:

“Şengal dewletê naxwaze, tenê dixwaze xweserî û xweparastina wê misoger bibe û bê parastin.

Iraqê, divê di çarçoveya destûra bingehîn de xweserî û xweparastinê qebûl bike, ji ber redkirina vîna Şengalê, şikandin û qirkirina wê ye.

PDK’ê ya Êzidî di nava qirkirinê de hişt, li şûna ku rexnedayina vê bide û têkiliya bi wan re xurt bike, bi nenaskirina vîna Êzidiyan dijminatiyê li wan dike.”

Iraq, PDK û Tirkiye dixwazin wekî peymana Şengalê li ser Mexmûrê jî bikin

Li gorî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê, wê ti kes polîtîk û zextên PDK’ê, Iraq, Tirkiyê û DYA rewa nebîne.

Lewam serkeftin bi xwerêveberî û xweparastinê ve girêda.

Cemîl Bayik bang li hêzên demokrasiyê û gelê Kurd kir ku li dijî peymanê û van polîtîkayên şaş helwesta xwe diyar bikin, ji ber dijmin dixwazin heman tiştî bi serê Mexmûrê de jî bînin.

Divê ENKS’ê nirx bide xebatên yekîtiyê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik her wiha bal kişand ser siyastên ENKS’ê li Rojava jî, ku “divê ENKS’ê xebatên yekîtiya Kurdî bi nirx bibîne, da destkeftiyên Rojava bên parastin”.

Back to top button