Colonna: Parîs wê alavên leşkerî bide Ermenîstanê

Wezîra Karê Derve ya Fransayê Colonna duh serdana Ermenîstanê kir.
Colonna piştî hevdîtinê xwe li Erîvanê daxuyanî da û got: “Wê Fransa alavên leşkerî bide Ermenîstanê.”
DYA, YE û Rûsyayê beriya operasyona Qerebaxê li Stenbolê civîneke veşartî li dar xistin.

Wezîra Karê Derve ya Fransayê Catherine Colonna piştî serdana xwe ya li Ermenîstanê diyar kir Parîs wê alavên leşkerî bide Erîvanê.

Catherine Colonna li Erîvanê ji çapemeniyê re axivî û got:

“Ji bo Ermenîstanê parastina xwe misoger bike Fransa peymanên dayîna alavên leşkerî erê kir.”

Colonna derbarê naveroka alavên leşkerî de hûrgilî neda, lê diyar kir ku Parîs dê di vî warî de bi ruhê berpirsiyariya tevbigere.

Wezîra Karê Derve ya Fransayê îdia kir ku Azerbaycan bi saya dahata xwe ya petrolê û piştgiriya Tirkiyê di warê çekdarî de xwe dewlemend dike.

Colonna diyar kir welatê wan ji serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê bi fikare û got:

“Ew bi Yêrêvanê re di nav hevgirtinê de ne.”

Piştî êrişa Bakûyê ya 19’ê Îlonê dabû destpêkirin, Ermeniyên etnîkî ji cih û warên xwe hatin derxiwstin.

Her wiha gelek kes jî hatine girtinê.

Wezîra Karê Derve Colonna, piştî hevdîtina fermî, tevî Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenîstanê Anahit Avanesyan, bi Ermeniyên ji Qerebaxa Çiya derbasî Ermenîstanê bûn re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Colonna diyar kir ku ew ê 12,5 milyon euro alîkariya mirovî ji bo kesên ji Qerebaxa Çiya koçber bûne bidin.

Ermenîstan dixwazxe têkîlîlyên xwe bi welatên Rojava re xweaş bike

Artêşa Ermenîstanê bi giranî çekên Rûsî bi kar tîne û baregeheke leşkerî ya Rûsyayê jî heye.

Her wiha li Qerebaxê jî hêza Rûsyayê ya aştiyê heye.

Lê belê hikumeta Serokwezîr Nîkol Paşînyan di salên dawî de li şûna Moskovayê dixwaze têkiliyên xwe bi Rojava re baş bike.

Beriya êrişa Bakû li ser Qerebaxê li Tirkiyê trafîka danûstandinan

Li aliyekî din hat îdiakirin ku beriya operasyona Azerbeycanê ya Qerebaxê rayedarên payebilind ên DYA, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê li Stenbolê civîneke veşartî li dar xistine.

Li gorî Politico, ku li ser bingeha “dîplomatekî payebilind ê ku ji hevdîtinan haydar e”, armanca civîna 17’ê Îlonê ya beriya êrişê pêk hatî, zextê li Bakûyê bike da ku karwanên alîkariyê bigihîne Qerebaxê bû.

Back to top button