Mihemed Naso: Divê civaka navdewletî bi erka xwe rabe

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso destnîşan kir ku hikumeta Şamê dorpêça li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê girantir dike û diyar kir ku ti cudahiya hikumeta Şamê ji dewleta Tirk a dagirker tune ye. Naso got, ti rêxistinên navdewletî nabin alîkar û bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabe. 

Di demên dawî de, hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser Şehbayê girantir kiriye.

Asta dorpêçkirina wê gihîşt ku nahêle alîkarî, derman û sotemenî derbasî herêmê bibe û heke bihêle jî, bacên giran lê ferz dike.

Girêdayê mijarê, Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso diyar kir ku hikumeta Şamê dorpêçeke tengav li ser herêmê disepîne û bi vê jî qanûnên navneteweyî binpê dike.

Hevserokê Meclisê dibîne ku bi van kirinan, hikumeta Şamê ji siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li herêmên dagirkirî, ne cudatir e.”

Naso her wiha rêxistinên navneteweyî jî bi bêdengiyê tawanbar kir ku hemû rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî koçberan ti alîkariyê pêşkêş nakin.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Naso di dawiyê de, bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe ya mirovî û exlaqî rabe.

Back to top button