Rojnamevan Silêman Ehmed 32 rojin windaye û ti agahî jê nayê girtin.
Rojnamevan Sinûr Rehman li Silêmaniyê derbarê mijarê de axivî û got:
“Emê doza wî bigihînin civaka navnetewî û hemû saziyên ku li ser azadiya çapemeniyê dixebitin.”
Rojnamevan Sinûr Rehman diyar kir ku PDK’ê zextê li rojnemevanan dike û got:
Li Başûrê Kurdistanê jiyana tu rojnamevanekî ne ewle ye.
Sinûr Rehman: PDK zextê li rojnamevana dike
PDK ji ber ku ji dengê azad ditirse zextek mezin li rojnamevavanan dike.”
Rojnamevan Sinûr Rîhan di dawiyê de bang kir û got, divê demildest Silêman Ehmed bê berdan.
Divê êdî tirsandin, reftarên ne yasayî li Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina dezgeheke ragihandinê dubare nebe.”



