Li Kurdistanê şîdeta li ser jin

25’ê Mijdarê wek destpêka pêngava têkoşîna li dijî zayendperestiyê tê dest girtin. Lê jin li hemberî ewqas tundî kuştin û destdirêji yê jî di têkoşîna xwe de bi israrin. Têkoşîna li hemberî hemû cureyên tundiyê ji aliyê jinan ve dewam dike.

“Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jin rastî her cure êrîşên mêr-dewletê tên.

Şerê taybet ên li dijî jinên Kurd jî wekî konseptekê tê meşandin

Di raporên rêjeyan a Platforma Emê kuştinên jinan bidin rawestandin’ asta dijminatiya desthilatê ku rê ber bi kuştina jinan ve dike radixine ber çavan.

Li gorî rapora platformê:

Sala 2022 de 334 jin hatine kuştin û 245 jin jî bi awayek guman hatine kuştin.

Ji destpêka sala 2023’an hera niha jî 53 jin hatine kuştin û 194 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Lê rastiya heyî, ji vê metirsîdar tire, ev tenê daneyên hatine tomarkirin e.

Parastin û xelatkirina kujeran ji aliyê dewletê ve rê li ber komkujiyan jinan ve dike.

Rêxistinên jinan jî li dijî polîtîkaya tinekirin û çewisandinê di nava têkoşînê de ye taybet jî jinên kurd.

Polîtîkaya li dijî jinan tê meşandin, bi heman awayî li Başûrê Kurdistanê jî di merîyetê de ye.

Ferastefa jin tune hesibandin, kevneşopiyên civakî rê li ber kuştin û xwekuştinên jinan ve dike.

Li gor daneyên dadgeha lêkolîna pêşîlêgirtina tundîtûjiya malbatê tenê ya bajarê Silêmaniyê di nava şeş mehên destpêka îsal de 1 hezar û 396 bûyerên tundîtûjiyê hatine tomarkirin.

Pêk ne anîna zagonên jinan, di bin navê namûsê de êrişî jinan kirin bûye diyaredeyek rojane.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, kriza aborî, siyasî û civakî rê li ber tundî û kuştina jinan ve dike.

Rêxistinên jinan ên heyî jî têrê nakin ku dawî li vê komkujiyê bînin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber komara îslamî ya Humeynî jiyana jinan di nava dojehêde ye.

Dewleta Îranê destwerdana ji cil û berg, xwendin, derketin û jiyana jinê dike.

Jinên ku li gorî zagon û biryarên wan tevnegerin jî tên girtin, cezakirin û darvekirin.

Nişaneya vê zolmê jî kuştina Jina Kurd jîna Emînî sala 2022’an, Armîta Grewend 2023’an radixîne ber çavan.

Bi kuştina Jîna Emîne hêrsa gel a li dijî desthilatdariyê giha lotkeyê.

Bi “Jin, Jiyan, Azadî” jin û gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rabûn serhildanê.

Serhildana bi pêşengiya jinan destpêkirî li cihanê belav bû.

Heta îro jî bi pêşengiya jinên Kurd ku xwedî li mîrasê tevgera azadiya Kurdistanê derdikeve dewam dike.

Li Rojava Bakur û Rojhilatê Suriyê jinan bi şoreşê re pêşengî ji gelek gavên dîrokî re kirin.

Di Kurdistanê de yek ji qada herî zêde têkoşîna li dijî tundî û kuştina jinan dide jî ev qade.

Heta radeyekê diyarker ferasta paşvero û mêr-dewletê têk bir û heta niha jî têkoşîna azadiya tevahî jinan dide.

Êrişên dagirkeriyê, şerê taybet, dorpêça li ser herêmê û feraseta baviksalar dibe sedem tundî û kuştinên jinan li herêmê pêk bên.

Îro rêxistinên jinan ji bo bi dawîkirina êrişên jinan di her qadên jiyanê de di nav berxwedanê deye.

Back to top button