25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

25’ê mijdarê an ku roja tundiya li dijî jinê. 25’ê Mijdarê wek destpêka pêngava têkoşîna li dijî zayendperestiyê tê dest girtin. Lê ew xanûn tû carî li hemberî jinê nehatin pêk anîn. Zîhnîyeta baviksalarî di her qadê de xwe li ser jinê ferz dike.

“Parêzvanên mafên jinan di destpêka salên 1980’an de 25’ê Mijdarê wek destpêka pêngava têkoşîna li dijî zayendperestiyê ragihandine.

Ev roj ji bo bîranîna xwişkên Mîrabal hat hilbijartin ku sê çalakvanên siyasî yên Komara Domînîk bûn.

Di sala 1960’an de bi fermana Serokkomarê Domînîkê yê wê demê Rafael Trjîllo bi awayek hovane hatin kuştin.

Di 20’ê Çileya 1993’an de Cıvata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi rêya biryarnameya 48/104’an danezana nehiştina tundiya li dijî jinan erê kir.

Di sala 2000’an de jî Cıvata Giştî ya NY’ê biryar-nameyek erê kir û bi fermî roja 25’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê diyar kir.”

“Li seranserî cîhanê jin rastî tundî hişmendiya zayendî tên.

Ji vana jî tundî ya fîzîkî, derûnî, kuştin, teşwîqî xwekuştinê tên kirin.

tundî bi rêya elektronî û destdirêjiya zayendî li ser jinan tên kirin.

Ji bona wê Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji hikûmetan, rêxistinên navdewletî û rêxistinên ne hikûmî dike hemû bi hevre her sal roja 25’ê Mijdarê de hev bigrin û asta hişyariya civakê bilind bikin.

Ji bona wê her sal di 25’ê Mijdarê de gelek çalakî ji bo hişyarkirina jinan û civakê ya li beramberî şidetê tên lidarxistin.”

“Li gor bîlançoya herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî ku di 18′ Mijdara 2022 de belav kir, li cîhanê ji her sê jinan jinek rastî tundiyê tê.

2021’an de jî ji her pênc jinan jinek di jêr temenê 18 saliyê de hatiye zewicandin.

Kêmî sedî 40’ê jinên rastî tundiyê hatîn daxwaza alikarî û çareserkirina pirsgirêkan dikin.

Li gor lêkolînan sal bi sal rêjeya tundiya dijî jinê zêde dibe.”

“Di roja îro de têkoşîna jinan gişîhîştiye pêvajoyeke girîng.

Li ser paradîgmaya Rêber Apo hemû rêxistinûn jinan li dora hev kom bûn û têkoşîna xwe mezin kirin.

Niha berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyên Kurdistanê bûne nîşana vê yekê.

Îro jinên Kurd di qada siyasî, diplomasî, perwerde û pêşxistina civakê de bi xebatên xwe deng li cihanê ve dane û bala her kesê dikişîne ser xwe.

Vîna jî bi paradigma Netewa Demokratîk û diruşmeya Jin, JIyan, Azadî pêk tîn e.

Ji Kurdistanê heta Fîlîstînê, ji Efganistanê heta Ermenistanê li hemberî pergala mer-dewlet radibin û doza mafê xwe dikin.

Edî jiyanek bê jin, Jiyanek bê azadî qebul nakin”

Back to top button