Agirbesta navbera Îsraîl û Hemas

Agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê ku ji bo 4 rojan ku duh dest pêkir îro di roja duyemîn de ye .
Di roja duyemîn a agirbesta Hemas-Îsraîlê de, çaverê ye ku aliyên şer hin dîlgirtiyên din pev biguherînin.

Duh Hemasê 24 dîlgirtî (13 îsraîlî, 12 taylandî û welatiyekî Fîlîpînê) bi rêya Misirê radestî Îsraîlê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Îsraîlê 39 filîstînî berdan.

13 dîlên ku ji aliyê Hemasê ve hatin berdan radestî Misirê hatine kirin.

Dîlên Îsraîlê ji aliyê endamên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve bi ambûlansan ji Xan Yûnisa Xezeyê hatine wergirtin.

Çavrê ye dîlgirtiyên din bên berdan

Ji bilî dîlên Îsraîlî, 12 welatiyên Taylandê jî hatine berdan.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Doron Spielman got:

“Hê jî nêzî 215 dîlgirtî li Xezayê hene. Em nizanin sax an mirî ne.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden berdana koman yekemîn a dîlgirtiyên li cem Hemasê wekî “destpêkekê” bi nav kir û got :

“Şensa dirêjkirina agirbesta 4 rojan a li Xezayê heye.”

Li gorî rêkeftinê, di 4 rojên agirbestê de dê 50 dîlên Îsraîlî û 150 dîlên Filistînî werin berdan.

Tê payîn ku Qeter îro hejmareke din a dîlgirtiyên ku bên berdan ragihîne.

Navbera Îsraîl û Hemasê agirbest: Berdana dîlan îro pêk tê

Back to top button