Bangên têkoşîna li dijî tundiyê

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna hemû jinan e. Şervanên YPJ Enternasyonal, jî bi bonaya 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna li dijî kuştina rojane û jiyana hevbeş kirin.

Bangên têkoşîna li dijî tundiyê di roja 25 ê mijdarê de bilind dibin .

PAJK: Divê em 25 ê Mijdarê veguherînin roja rêxistinbûna li dijî tundiyê

Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên kurdistanê (PAJK) daxuyaniyek da û da zanîn ku Rêber Apo têkoşîna jinê weke ‘xebata xwe ya destanî’ dinirxîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Jin Jiyan Azadî rastiya berxwedana jinê ya li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilat derketî holê, nîşa da hemû kesê kir û ragihand ku ti hêza desthilatdar nikare xwe li ber azadî û berxwedana jinê bigire.

PAJK’ê di dewamê de balkişand ser bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê û wiha anî ziman:

Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku em vê yekê hîn mezintir bikin û faşîzm û sîstema baviksalar têk bibin.

Nuqteya herî girîng ku têkoşîna jinê bigihîne serkeftinê, wê bibe rêxistinbûn, parastina cewherî û piştevaniya jinan.

PAJK’ê di dawiya daxuyaniyê xwe de ji bo jinan ev bang kir:

” 25’ê Mijdarê li dijî tundî, zext, zilm û destdirêjiyê, Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin û vê rojê veguherînin têkoşîn û rêxistinbûna li dijî tundiyê.”

Şervanên YPJ’ê yên Enternasyonal bi boneya 25’ê Mijdarê bang li jinan kirin

Şervanên YPJ Enternasyonal jî bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi daxuyaniyekê banga têkoşîna li dijî kuştina rojane û jiyana hevbeş kirin.

Daxuyaniya Şervanên YPJ Enternasyonal wiha ye:

Em wek jinên enternasyonal bi boneya 25’ê Mijdarê hemû jinên cîhanê ji Rojavayê Kurdistanê, dilê şoreşa jinan silav dikin.

Şoreşa Rojava li dijî tundiya li ser jinê ye şoreş hebûn û xwebûnê ye.

Êdî em nahêlin destihilata mêrserdest jinê bindest bike û wê bikuje.

Li ser wê bingehê em banga têkoşîna li dijî kuştinên rojane û ji bo jiyana hevbeş li tevahî jinên cîhanê dikin.

NADA: Berpirsên komkujiyan neteweyên yekbûyî ne

Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê (NADA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da.

NADA destnîşan kir di her qadê de yên herî berdêlên giran didin jin û zarokin û wiha doman:

Li Afganistanê rastî jin rastî kirinên xirab ên Talîban tên.

Li Efrîn, Til Ebyed, Xeza, Şerîaya Rojava, Libya û Sûdanê jin hatin kuştin ji cih û warên xwe bûn.

Hiqûqa navneteweyî û Peymana Cenevreyê tê binpêkirin. Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê yekê bêdeng in.

NADA berpirsê sereke yên van komkujiyan NY û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ne

Back to top button