Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 42’an de ye

Çalakiya edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja xwe ya 42’emîn de dewam dike. Jinên endamên HDP, HDK û Partiya Şoreşger çûn serdana malbata Şenyaşar.

Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina derve îro jî neçûn ber Edliyeyê.

Emîne û Ferît Şenyaşar li mala xwe nobeta xwe ya edaletê berdewam dikin.

Doh jî ji ber qedexeya derketinê malbat neçûbû ber Edliyeya Rihayê û nobet li malê girtibûn.

Siyasetmedarên jin serdana malbata Şanyeşar kirin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Huda Kaya, Dilşat Canbaza Kaya, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn û Dayikên Aştiyê di nav de bûn, çûn serdana malbata Şenyaşar kirin.

Heyeta jinan li malbata Şenyaşar guhdar kirin û diyar kirin ji bo daxwaza malbata pêk were wê têbikoşin.

Back to top button