Ibrahîm Şêxo: Bi avakirina wargehan dagirker dixwaze demgrafiya Efrînê biguherîne

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya cihanê de demografiya Efrînê diguhere. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku bi avakirina wargehan dagirkeriya Tirk dixwaze guhertina demografî bisepîne.

Serokê Saziya Olî ya Minbic û gundewarê wê şêx Elî El-Cemlî diyar kir ku dagikeran bi ferzkirina rojiyê li ser civaka Êzidî ya li Efrînê, hemû pîvanên îslamî û mirovî binpê dikin.

Ji bo guhrtina demografiyê, dagirkeriya Tirk planên qirêj li Efrînê pêk tîne.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo li ser mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî û ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gundê Xalta yê şêrewa wargeheke nû ya bi navê ” Kiwêt El- Rehme” ji malbatên çeteyan re ava dike.

Şêxo diyar kir ku komeleya bi navê ” Şam El-Xêr” ku fînans ji Kiwêt û Qetrê digre, di wargehê de dê 300 avahî lê bike.

Her wiha destnîşn kir bi armanca bicihkirina malbatên çeteyên ku dagirkeriya Tirk ji herêmên cûda yên Sûriyê anîn, van wergehan ava dike.

Li gorî Şêxo, pirojeya avakirina wargeha ne ya yekem e ku dagirkeran Li Efrînê ava dike.

2’ê vê mehê, Hikumeta Demkî ya Îtîlafa Sûrî ya girêdayî Trikiyê ragihand ku li navçeya Cindirêsê dest bi avakirina wargeheke kir.

Wargeh li derdorî gundê Kefersefrê û dê 247 avahî lê bike.

Şêxo piştrast kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi rêya van projeyan guhertina demografî li Efrînê bisepîne.

Di dawiyê de Şêxo bibîrxist ku Komeleya “Kiwêt Rehme” sala borî, mizgeftek li şûna navendeke Êzdiyan a li Efrînê ava kir.

Şêx Elî El-Cemîlî: Tirkiye li Efrînê rojiyê li ser Êzidiyan disepîne

Ji aliya xw ve serokê Saziya Olî ya Minbic û gundewarê wê şêx Elî El-Cemlî diyar kir ku çeteyên dagirkeriyê, rojiyê li ser civaka Êzidî ya li Efrînê disepînin.

Şêx Elî da zanîn ku sûcên dewleta Tirk yên bi navê Islamê li Efrînê pêk tîn, hemû pîvanên îslamî û mirovî binpê dikin

Şêx Elî El-Cemlî bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û civaka navdewletî kir ku van sûcan rawestînin.

Back to top button