Li Biradostê mayin teqiya: Kesek jiyana xwe ji dest da

Li çiyayê Qelereş yê ser bi devera Biradost di encama teqîna mayînekî de karmendek yê nobedarê sînor jiyana xwe ji dest û yek jî birîndar bû.

Dûh di saetên piştî nîvro de li çiyayê Qelereş yê ser bi devera Biradost bi du karmendên nobedarên sînor ku erkê xwe yê fermî dikirin mayîn teqiya.

Di encama teqîna mayînê de karmendek yê nobedarê sînor jiyana xwe ji dest û yek jî birîndar bû.

Karmendê birîndar bûye navê wî Saman Fetah’e ku temenê wî 50 sale û ji Rewandûzê ye.

Navê karmendê ku jiyana xwe ji dest daye Rizgar Ebdûlkerîm’e, temenê wî 36 sale û xelkê Biradost’e.

Têkildarî mijarê Rêveberê Nexweşxaneya Sîdekan vê yekê piştrast kir.

Back to top button