Rêxistina Efû ya Navnetewî: Îran bûye cihê darvekirin û kuştinê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku girtîgehên Îranê bûne cihên kuştin û cezayê bidarvekirinê, li îranê li gorî sala 2022’yan ev sûç sê qat zêde bûye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) , li ser binpêkirina mafên mirovan a li Îranê, raporek weşand.

Di raporê de hat ragihandin ku girtîgehên Îranê bûne cihên kuştin û cezayê bidarvekirinê li gor sala 2022’yan sê qat zêde bûye.

“Li Îranê darvekirin li gor sala 2022’an sê qat zêde bûye”

Li gor daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li Îranê ji serê sala 2023’yan ta bi niha herî kêm 282 kes hatine bidarvekirin.

Ev hejmar du qatê cezayê bidarvekirinê yê şeş mehên pêşîn ên sala 2022’yan e.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha da xuyakirin ku ji sedî 20’ê kesên li Îranê hatine bidarvekirin Belûc in.

Di raporê de hat destnîşankirin ku rejîma Îranê biryara bidarvekirina girtiyan daye ku li gor yasayên navneteweyî hikum nexwarine û hat derbirîn ku ev binpêkirina mafên mirovan e.

Rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandibûn tên dadgeh kirin

Back to top button