Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîla 8’ê Kanûnê li eniya berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metîna li dagirkeran da. Di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. Her wiha HPG’ê eşkere kir, dewleta Tirk a dagirker 20 caran bi bombeyên kîmyewî êrîşî çeperên şer ên gerîla kiriye.
Gerîlayên Azadiyê rojane li herêma Zap, Avaşîn û Metîna li dijî artêşa dagirker çalakiyan pêktîne.
Têkildarî berxwedanî û çalakiyên gerîla li van qadan Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.
Li gorî vê:
Gerîlayan 8’ê Kanûnê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê,li dagirkeran xistin
Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê jî, li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.
Heman rojê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de jî hêzên gerîlayan li Qada Girê Ortê ya Metînayê, bi çekên ferdî li dagirkeran da
li wir jî 2 dagirker hatin kuştin
Her wiha li Girê Cûdî û Girê Amediyê jî, tîmên gerîla yên bi tevger li dagirkeran dan.
Piştî vê destwerdanê gerîlayan dagirkerên li girê Amediyê neçar man bi astekê xwe vekişînin.
Bi giştî di van çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 dagirker hatin kuştin
HPG: Arteşa Tirk 20 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
Ji aliyeke din navendê diyar kir ku artêşa Tirk dagirker li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, li dijî gerîlayên eniya Şehîd Botan 20 caran bi çekên kîmyewî êrîşî çeperên şer ên gerîla kiriye.
Di heman demê bi giştî Qadên Berxwedanê 5 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombebaran kirin.



