Mistefa Qelacî banga diyalogê li Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê kir

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelacî banga diyalogê li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir û destnîşan kir ku diyalog wê krîza Sûriyê çareser bike û dawî li dagirkeriya Tirk bîne.

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qelacî derbarê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armancên wê, helwesta hêzên hegemonîk û rêbazên çareserkirina kirîza Sûriyê ji ajansa ANHA’ê re axivî.

Qelacî îşaret bi rola neyînî ya civînên Astanayê kir û diyar kir ku ji dema civînên Astana dewleta Tirk a dagirker li dijî ax û gelê Sûriyê êrişan pêk tîne.

Qelacî: Amerîka di êrişan de hevkar e

Qelacî, Amerîka ji êrişên dawiyê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyar nîşan da û da zanîn ku ew di êrişan de şirîkê sereke ye û di navbera her du aliyan de lihevkirin heye.

Qelacî: Armanca êrişan mayîndekirina projeya Mîsaqî Millî ye

Têkildarî armancên stratejîk ên dewleta Tirk a dagirker Qelacî weha got: Armanca êrişan mayîndekirina projeya Mîsaqî Millî ya Tirkiyê ye ku Erdogan pê dixwaze gelek tiştan bi dest bixe, nexasim bi nêzbûna hilbijartinan re.

Tê zanîn ku alîgirên wî li Tirkiyê pir kêm bûne û bi rêya derxistina aloziyan, hem ji derve re û hem li ser hesabê Sûriyan dixwaze gelê Tirkiyê dîsa bikişîne aliyê xwe.

Qelacî anî ziman ku tevahî pêkhate dibin hedefa êrişan, ev êrişên dawî bi armanca dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê ye.

Qelacî: Çareserî bi hevdîtina Şamê-Rêveberiya Xweser pêkan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê destnîşan kir ku çareseriya yekane vekirina deriyên girtî yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de ne û weha dewam kir:

QSD’ê û hikumeta Şamê hêzên çalak ên li ser erdê ne. Ji lew re divê hikumeta Şamê diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike. Divê em diyaloga niştimanî pêk anîn.

Rûsya û Îran biryara siyasî ya Şamê kontrol dikin

Qelacî bal kişand ser destûra dawîn a 2012’an ku li gor wê, berpirsyariya parastina sînorên Sûriyê a dewletê ye û erka wê ye.

Dawiyê Mistefa Qelacî destnîşan kir ku wekî welatiyên Sûriyê divê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê projeyên baştir bipejirînin û berjewendiyên tevahî Sûriyan biparêzin.

Back to top button