“Sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê”

Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi boneya pîrozkirina sersalê daxuyaniyek nivîskî da û got “sala nû wê ji bo gelê Kurd bibe sala azadiyê.”

Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi boneya pîrozkirina sersalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxwiyaniyê de ev yek hat gotin :

“Mixabin dewleta Tirk şerê di navbera Rûsya û Ûkranyayê de ji bo berjewendiyên xwe weke firsend dît..

Lewma bêyî ku dem derbas bike êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst stratejiya xwe ya komkujiyê li dijî gelê Kurd didomîne.

Mîna berê dîsa li Fransa êrîş bir ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û 3 Kurd qetil kir.

Hêvîdarin ku ev sala nû ji zilm û komkujiyên dîktatoran rizgar bibe.”

Partiyê tekez kir ku pêwîstiya gelê Kurd sala 2023’an bi aştiya navxweyî, xwişk û biratî û yekîtiyê heye.

Back to top button