Meclisa Kongra Star diyar kir ku fermandar Raperîn dilê xwe li ser çiyayên Kurdistanê neqişand û îro navê wê bi tîpên zêrîn li her çar parçeyên Kurdistanê tê nivîsandin û dibe meşale û rêya me ronî dike.
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Raperîn Amed bi bîr anî û got:
“Ev şehîdên me ne yên ku cesaret û wêrekiyê didin me, ev in ên ku bi xwîna xwe ya pîroz axa Kurdistanê av didin û me ber bi serkeftinê ve dibin.
Bi hezaran jin di rêya felsefeya Rêber û pêşengê sedsalê Rêber Apo de meşiyan û em ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve birin.
Li ser vî bingehî em jî wekî Kongra Star hevrê, fermandar, nûner û nimûneya jina azad Raperîn Amed bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wê ditewînin.”