Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê

Rêber Abdullah Ocalan ji bo 8’ê Adarê gelek peyam dane. Di peyama xwe ya sala 2013’an û 2015’an de diyar kir ku şoreşa wan şoreşa jinê ye û got:” Gelekî ku jina wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne, bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê.”

Rêber Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li Îmraliyê di nava pergala tecrîd û îşkenceyê de tê girtin, bi fikir û felsefeya xwe rêya azadiyê nîşanî hemû gelan daye.

Yek ji mijarên ku Rêber Ocalan herî zêde li ser radiweste jî, azadiya jinê.

Rêber Apo dibêje: “heya ku jin azad nebe civak azad nabe.”

Rêber Ocalan ji bo 8’ê Adarê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê gelek peyam dan.

“Şoerşa me şoreşa jinê ye”

Rêber Abdullah Ocalan di peyama 8’ê Adara 2013’an de wiha got:

Salên 2000’î bi înada serdemên şaristaniyê yên reş ên ku tinebûnek kûr bi jinê da jiyankirin, wê bibin salên azadiya jinê.

Li kêleka vê, biharbûn û gulvedana jinê li hember berf û zivistana hişk gulvedana tevgera azadiya jinê bi xwe re pêk tîne.

Ez vê astê girîng dibînim. min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir.

“Gelekî ku jina wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne”

Rêber Ocalan diyar kir ku divê tu carî neyê ji bîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze.

Divê hun azad bibin. Ramyarî bi eşq, bi heskirina gel tê kirin.

Em tevgera azadiya jin jiyan dikin. Sakine mînake. Azadiya jin tekoşîna Sakîne ye.

Jinên mezin yên qehreman hene. Pîrozbûna jiyanê girînge. Divê dev ji koletiyê were berdan. Gelekî ku jina wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Rewşa jin ya bi tevahî azadbûyî xwedawendîtiye.

“Sedsala 21’an wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê”

Peyama Rêber APO ya ji bo 8’ê Adara 2015’an jî wiha ye:

Dirûşma jinan a ‘Heta ku Ocalan azad nebe, em jî azad nabin’ xweş e. Lewra ez azad im. Hûn ê jî azad bibin. Ez, bi jinên ku li ber xwe didin pir bawer im.

Bi baweriya min sedsala 21’emîn wê bibe sedsala pêkhatina azadiya jinê. Li ser van esasan ez careke din we hemûyan bi rêzdarî û dilovanî silav dikim, ji têkoşîna we ya azadiyê re serketinê dixwazim.

Back to top button