Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xebatên ji bo 8’ê Adarê didome

Jin li seranserî Bakurê kurdistan û Tirkiyê starta 8’ê Adarê, daxuyanî û rêzeçalkiyan li dar xistin.
Jinan diyar kirin ku ji bo felaketên wiha dijwar rû nedin, ew ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de bajarên xwe ji nû ve ava bikin.

Jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran starta xebatan dan û daxuyanî û rêzeçalkiyan li dar xistin.

  • Meletî

Aktîvîstên TJA’yê ên ji bo piştevaniya jinên mexdûrên erdhejê ji herêma Serhedê hatin Meletiyê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de daxuyanî dan û gotin:

Ji bo felaketên wiha dijwar rû nedin, em ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de bajarên xwe ava bikin.

  • Edene

 

TJA’yê û Meclisa Jinan a HDP’ê Edeneyê jî li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin û gotin:

Dem dema piştevaniya jinan e. Em jin em ê kavilan rakin û jiyanek nû ava bikin.

  • Mêrsîn

TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û starta xebatên 8’ê Adarê da.

Bernameya 8’ê Adarê ya TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê wiha ye:

Li gelek taxan serdana serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin.

Ji jinên girtî re kart bên şandin.

8’ê Adarê bi Platforma Jinan re meşa şevê bê li darxistin.

  • Stenbol

Li Stenbolê jî TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê bi armanca piştevaniya bo jinên girtî kartan ji girtiyan re şandin.

  • Îzmîr

Li Îzmîrê jî TAJ û Meclisa Jinan a HDP’ê TIR’a Mor a alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Hatayê şandin.

  • Enqere

Jinên HDP’yî li Enqerê jî kolîyên ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî. Em ne bi tenê em bi hev re ne” amade kirin bi rihê 8’ê Adarê şandin herêmên erdhejê.

  • Şirnex

Aktîvîsta TJA’yê Guler Tûnç, diyar kir ku ew bi rojeva şer û erdhejê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin

Û anî ziman ku ew ê bi ruhê hevgirtin û têkoşîna jinên Kurd xwe bi rêxistin bikin û dema azadiya jinê hatiye.”

Back to top button