Newsweek: Artêşeke veşartî ya DYA ku ji 60 hezarî hatiye avakirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA xwedî artêşeke ji 60 hezar kesî ya veşartî ye û di asta navneteweyî de ji aliyê Pentagonê ve weke gefekê tê bikaranîn.

Li gorî nûçeyek ku li kovara Newsweek a Amerîkî hate weşandin, ev artêşa ku bi deh qatî ji hêza operasyonel a CIA’yê xurtir e, ji aliyê Pentagonê ve di nava 10 salên dawî de bi bernameyekê hate avakirin.

Hate ragihandin ku artêşa navborî di operasyonên xwe de pêwîstiyê bi destûra kongreya DYA’yê nabîne û xwedî budçeyeke ji 900 milyon dolarî ya salane ye.

Artêş li dijî Koreya Bakurî, Rûsya û Îranê çalak e û li qada leşkerî û sivîl kar dike.

Li gorî Newsweekê, Ryan Fogle ku ji aliyê Rûsyayê ve bi sîxuriya CIA’yê tê sûcdarkirin, endamekî vê artêşê ye.

Fogle 2013’an bi hinceta ku hewl da rayedarekî Rûs ji bo karkirina ji bo DYA’yê qanih bike, ji aliyê servîsa ewlekariyê ya Rûs ve hatibû girtin.

Têkildarî nûçeyê, Wezareta Karên Derve ya DYA’yê hîn şîrove nekiriye.

Back to top button