Hikûmeta Şamê pêkanîna kongreya “Cûd” a li Şamê qedexe kir

Hikûmeta Şamê kongreya ku dihat payîn bi beşdarîya hêzên muxalif li Şamê pêk were qedexe kir.

Derbarê qedexeya pêkanîna kongreya bi navê Cûd a li Şamê, eniya muxalif ya bi navê Heyet El-Tensîq El-Weteniyê ango “Saziya Hevkariya Niştimanî” agahî dan.

Hat ragihandin ku duh di derengiya şevê de hikûmeta Şamê agahî daye ku kongre qedexe kiriye.

Her wiha hêzên dewletê ser avahiya ku kongre li wir bihata kirin girt û çûn û hatin li ser ragihandin û sivîlan jî qedexe kir.

Hat zanîn ku hinceta qedexeya kongreyê ew e ku aliyên amadeyî kongreyê bibin rûxset ji aliyê komîteya karûbarên partiyan a hikûmeta Şamê negirtine.

Heyet El-Tensîq El-Weteniyê ya ku gelek hêzên muxalif yên di hindirê welat di nava xwe de dihewîne diyar kiriye ku armanca vê kongreyê avakirina “Eniya Niştimanî ya Demokratîk” e.

Ji reşnivîsa pêşbînîya siyasî a kongreyê, hikûmeteke nû ya demkî bê avakirin, tevî avakirina artêşeke niştimanî û derxistina hemû hêzên biyanî li derveyî welêt û pirsgirêka kurd were çareserkirin.

Back to top button