Carlo Sommaruga: Abdullah Ocalan dikare aştiya mayin de bîne

Parlementerê Swîsreyî Carlo Sammuraga beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku Mifteya çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e.”

Çalakiya ku di çarçoveya “Dem dema azadiyê” li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, ket meha xwe ya 32’an.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kasim Erîk axivî û diyar kir ku heta saziyên rayedar bi taybet NY û CPT bi erka xwe ranebin ew ê ji bo azadiya fizikî a Rêber Apo her qadan bin.

Serokê Koma Dostaniya Bi Kurdan a Parlementoya Federal a Swîsreyê Carlo Sommaruga jî beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û got:

“Rastiyeke ku aştiya li Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e.

Eger Birêz Abdullah Ocalan Fizîkî azad bibe wê bibe mifteya çareseriyê.”

Sommaruga, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang li dewleta Swîsreyê kir û wiha got:

“Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi awayek demokratîk çareser bibe divê dewleta Swîsreyê berpirsiyarî bigire ser xwe.”

Ji bo çalakiyên li Fransayê yên li dijî tecrîdê banga tevlîbûnê

Back to top button