Li Parîs a Fransayê li dijî tecrîdê meşek hat lidarxistin

Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Abdullah Ocalan li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber Navenda Çanda Kurd li hev kom bûn û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” heta ber Şaredariya Grîgny meşiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuyaniyek hate dayin û bang li dewletên Ewropayê hate kirin ku li dijî tecrîdê berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Her wiha hate ragihandin ku heta tecrîd û dîlgirtina neheq bi dawî bibe wê li qadan bin.

Carlo Sommaruga: Abdullah Ocalan dikare aştiya mayin de bîne

Back to top button