Polîsên Tirk piştî êrîşa li Îzmirê qeydên kamerayan format kir

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalakî û nerazîbûn li dijî êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku di encamê de xebatkara partiyê Deniz Poyraz hat qetilkirin, zêde dibin..
Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn avahiyê û lêkolîk kirin.
Rêxistinên civakî û Siyasetmedaran jî piştgiriya xwe bi HDP’ê nîşandan.
Hat diyar kirin berpirsê êrîş û kuştina Denîz Poyraz desthilata AKP’ê û MHP’ê ye.

Duh sibê kesê nijadperest yê bi navê Onur Gencer êrîşeke çekdarî bir ser avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmîrê a Tirkiyê.

Êrîşkar endama HDP’ê Denîz Poyraz qetilkir û avahî da ber agir.

Polîsên Tirk jî piştî êrîşên hema yekser dest danîn ser qeydên kamera yên hefteyekê û cîhazên qeydkirinê ji nû ve format kirin.

Xebatkarên kargeh û esnafên derdorê ji ajansa MA’yê re axivîn û ev yek piştrast kirin.

Hevserokên HDP’ê cihê bûyerê lêkolîn kirin

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar çûn avahiya partiyê ya ku êrîş li ser hat kirin..

Bûldan û Sancar ketin hundirê avahiya partiyê ku êriş lê hate kirin û wêneyên Denîz Poyraz bi sînga xwe ve kirin.

Hevserokan agahî li ser bûyerê wergirtin û li odeya ku Poyraz lê hat kuştin lêkolîn kir.

Parlementerên CHP’ê serdana avahiya HDP’ê a Îzmîrê kirin

Parlamenterên CHP’ê yên Îzmîrê jî serdana Rêxistina HDP’ê kir û peyama piştevaniyê dan.

”Berpirsê êrîşî AKP’ê û MHP’ê ye”

Gelek bertek û nerazîbûn jî li dijî êrîşa li ser HPD’ê û kuştina endamekî wan derketin pêş..

Nûnerên rêxistina HDP’ê ya Wanê diyar kirin ku berpirsyarê êriş û kuştina Poyraz, tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye.

”Divê her kes hewestekê dijî bûyerê nîşan bide”

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê di vê derbarê de daxuyaniyeke hevpar dan û bang li her kesî kir ku helwestê dijî bûyerê nîşan bidin.

Sebata Tuncel: Desthilata AKP/MHP berpirsê êrîşê ye

Siyasetmedara Kurd a girtî Sebata Tuncel jî li rûniştina Doza Kobanê li ser mijarê axivî û da zanîn ku berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye.

Selahedîn Dermirtaş: Em êrîşkaran nas dikin divê em têkoşîna xwe mezin bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahadîn Demîrtaş jî derbarê Denîz Poyraz a di êrişa li dijî partiya xwe hat qetilkirin de, daxuyanî da.

Demîrtaş got, “Em kiryaran nas dikin, armanca wan dizanin.

Wê demê emê nekevin ber hêrsê û em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya demokratîk û lêgerîna xwe ya aştiyê bernedin.”

Ehmed Turk: Berpirsê êrîşên ew kes in ku partiya me hedef nîşan didin

Siyasetmedar Ehmed Turk jî destnîşan kir ku ew wek HDP’ê têkoşîna demokrasiyê, maf û azadiyê didin û got:

“HDP’ê terorîze dikin û didin nîşandan. Bepirsiyarê bûyerê ew kes in ku partiya me hedef nîşan didin.

Gelê kurd her ku destkeftiyan bi dest dixe bi êrişan re rûbirû dimîne. Wê berpirsiyar hesabê vê yekê bidin”

Back to top button