Li Kobanê damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Kobanê, Helebê û Şehbayê bi çalakiyan 27’ê Mijdarê hate pîrozkirin.
Di çalakiyan de, banga li her kesî hate kirin ku ji bo piştevaniya bi PKK’ê re bi erkên xwe rabin.

Îro salvegera 45’an ya darmezrandina PKK’ê li herêma Firat û Şehbayê bi coş hat pîrozkirin.

Pêkhateyên Kobanê bi şahiyekê salvegera 45’an damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Di axaftinên li şahiyê de, wiha hate gotin:

“Salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê bû mîlada tevahî gelên bindest û rêya rizgariya wan ji qirkirinê.

Bi damezirandina partiyê re gelên ku di bin tarîtiyê de bûn, bi rêya têkoşîna dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji nûve ji dayik bûn.”

Di şahiya li Şehbayê de, peyama piştevaniya bo PKK’ê

Koçberên Efrîn û xelkên Şehbayî jî salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Di şahiyê de, kesên ku axivîn salvegera cejna vejînê li hemû gelên azadîxwaz pîroz kirin.

Her wiha bang li her kesî kirin ku ji bo piştgiriya PKK’ê bi erkên xwe rabin.

Li Helebê Cejna Vejînê bi coş hate pîrozkirin

Ev jî coşa xelkê taxa Şêxmeqsûd û eşrefiyê yên bajarê Helebê ye.

Cejna vejînê li wir jî bi şahiyan hate pêşwazîkirin.

Back to top button