Li Şehbayê ji ber dorpêçê tengasî zêde dibin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, jiyan teviziye.
Firin, nexweşxane û navendên tenduristiyê ji ber dorpêçê nikarin kar bikin.
Xebatên van saziyên xizmetguzariyê hema li ber rawestînê ye.

Hêzên hikumeta Şamê ji salekê ve dorpêçeke giran li ser herêmên Şehbayê ferz dikin.

Di çarçoveya vê dorpêçê de, nahêlin madeyên bingehîn û sotemenî derbasî herêmê bibin.

Ji ber kêmbûna kelûpel û sotemeniyê dibe ku tevahî saziyên xizmetguzariyê û yên sivîl ên li herêmê bisekinin.

Tenê firin dimînin ku ew jî bi berhemdana xwe ya herî kêm dixebitin.

Bi deh hezaran koçberên ji Efrînê, piştî Efrîn ji hêla dewleta Tirk ve hate dagirkirin, di kampên li kantona Şehbayê de dimînin.

Lê ji dema koçberkirina xelkê Efrînê ve zêdetirî 5 sal e ku dorpêç ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li ser wan hatiye ferzkirin.

Ji ber dorpêçê nexweşxaneyên li Şehbayê gelekî tengijîne.

Her wiha dermanxane û navendên tenduristiyê jî nikarin dermanan peyda bikin.

Li aliyekî din jî ji ber nebûna mazotê alavên xizmetguzariyê sekinînin û jeneratorên elektirîkê naxebitin.

Di piraniya sûkên li Şehbayê de madeyên xwarinê yên bingehîn ji ber dorpêçê tune ne, bi taybet jî şîrê zarokan.

Dorpêçê barê koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê yên ku li dijî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, girantir kiriye.

Doh jî ji ber zoriyên dorpêçê bi xwere aniyî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê da.

Back to top button