Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke Tirkiyê li Rojavayê Sêrtê anî xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke Tirkiyê ku xebatên çavdêriyê li rojavayê bajarê Sêrtê dikir, anî xwarê..

Li gorî fermandarekî artêşê, dewleta Tirk îro vê sibehê ev dron ji baregeheke xwe ya li Misratayê derxist, da deverên artêşa Lîbî bike armanc.

Fermandar diyar kir ku parastina wan a asmanî, berî dron bigihêje ti deverekê ew anî xwarê.

Jixwe ev serê çend rojan e, dewleta Tirk serbaz û çeteyên xwe li derdora bajêr kom kirine, da êrîşî wê bikin.

Mismarî: Hezar çeteyên Tirkiyê ji bo Ewropayê hatin şandin

Berdevkê Artêşa Lîbî Ehmed Mismarî jî duh ji çapemeniyê re teqez kir ku wan derdora bajarê Sêrt û Cefrayê baş asê kirine û ew ji her êrîşê re amade ne.

Mismarî diyar kir jî ku hefteya borî nêzî hezar çeteyên dewleta Tirk ji Ziware û Sebratayê ber bi Ewropayê ve hatin şandin, ku Sêşemê bi tenê 483 çete çûn.

Li gorî Mismarî, çeteyan qeyîkên ku welatên Ewropî ji bo hêzên deryayî yên artêşa Lîbî pêşkêş kiribûn, bi kar anîn.

Back to top button