Çete li gundê Qirigolê yê Efrînê, darên zeytûnê desteser dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe li navçeya Bilbilê ya Efrînê milkiyeta darên zeytûnan ên şêniyan datînin ser navê xwe. Li aliyekî din jî, ji ber êşa kirinên çeteyan şêniyekî jiyana xwe ji dest da.

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de, dewleta Tirk jiyan li Efrîn kiriye dojeh.

Rojane xwaza û dîroka Efrînê tê talan û wêrankirin.

Malpera Afrîn Post, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li gundê ‘Qirigolê’ yê Bilbilê milkiyeta darên zeytûnê yên şêniyên resen vediguherînin ser navê xwe.

Malbatên çeteyan jî bêserûber pezê xwe di nava darên şêniyan de diçêrînin.

Li navçeya Bilbilê, di nava çend rojên dawî de, çeteyên dewleta Tirk 110 darên şêniyê bi navê ‘Hikmet Mihemed’ birîne.

17 Hezîranê jî çeteyan li gundê Hêkiçê yê Şiyê, 600 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Mistefa Dilo birîn.

Her wiha li gundê Şêxorzê yê Bilbilê jî 70 dar hatin birîn.

Ji ber êşa kirinên çeteyan şêniyekî jiyana xwe ji dest da

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî eşkere kir ku şêniyê bi navê Isme’îl Elo Isme’îl ji gundê Xazyana jêrîn yê Mabatayê ji ber rê nedaye çeteyan ku mûsima wî yê simaqê bidizin, şer di navbera wan de derketiye.

Rêxistinê da zanîn ku ji ber kirin û hovîtiya çeteyan, Isme’îl ji êşa re bi’ecî û jiyana xwe ji dest da.

Back to top button