NEWROZ EHMED: EM Ê BI HÊZA XWE HER ÊRÎŞÊ TÊK BIBIN

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed geşdanên siyasî û leşkerî yên li herêmê nirxandin.

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed got:

“Hêzên me ji her aliyan ve amade ne , em ê li ser axa xwe tevî gelê xwe hebûna xwe misoger bikin û axa xwe biparêzin.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed geşdanên siyasî û leşkerî yên li herêmê ji Ajansa Firatê re nirxand.

Newroz Ehmed diyr kir ku wan di sala 2018’an gelek serkeftin li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi destxistin, û herêm ji wan rizgarkirine.

Armanca wan ya sereke ew e ku sala 2019 bibe sala aramî û ewlehiyê ji bo tevahî gelan li bakur û rojhilatê sûrî.

Newroz Ehmed balkişand li ser gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî û got:

Ji xwe ti çarî gefên Tikiyê li dijî herêmên me ranewestiyaye.

Armanca dagirkeran binpêkirina projeya gelan li herêmê ye.

Lê me ti carî hedef nekiriye ku êrîşê deverek cuda bikin.

Newroz nirxandina xwe bi van gotinan domand:

Bi dagirkirina Efrînê re û lihevkirina Rusya û Tirk li Îdilibê gelek hevsengiyên siyasî li herêmê hatin guhartin.

Ji bo wê jî em wek hêzek leşkerî me xwe li gorî pêvajoya nû amade kiriye.

Her wiha gelên li van herêm na jî xwe li gorî parastina cewherî birêxistin kiriye.

Newroz Ehmed di nava axaftina xwe de behsa dijminatiya Dewleta Tirk bi kurdan re kir û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk mafên Kurdan qebûl nake.

Her wiha Pergala neteweya demokratîk a ku bi pêşengitiya kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê meşandin ji ber ku li dijî pergala wan a netewpereste red dike.

Erdogan baş dizane eger Kurd li vir statuyekê qezenc bikin wê qedera wî jî bê guhertin.

Baş dizane hebûn û vîna Kurdan a li vir, wê li Tirkiyê û her cihê ku Kurd lê ne mafê xwe bixwazin.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed nirxandina xwe wiha bi dawî kir;

Hêzên me ji her warî ve amade ne , em ê li ser axa xwe tevî gelê xwe hebûna xwe misoger bikin.

Û em vê dibêjin ku ger şerek li van herêman biqewime,amadekariyên me di her warî de hene.

Leave a Reply

Back to top button