Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi boneya 9’emîn salvegera damezrandina xwe de , bi daxuyaniyekê ragihand ku têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber APO wê berdewam be.
Tevgerê di destpêka daxuyaniyê de salvegera 9’emîn a damezrandina xwe pîroz kir û got
” Em di salvegera 9’emîn a damezrandina Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de tekezî dikin ku Tevgera Azadî rêxistinek demokratîk, siyasî, exlaqî û civakî ye.
Li ser bingeha Paradîgmaya Demokratîk, Wekheviya Zayendî û Azadiya Jin û Jîngehê têkoşîn dike.”
Tevgerê di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê rewşa siyasî û aborî, parçebûna li Başûrê Kurdistanê de heyî dawî bibe û di asta nîştimanî, netewî de, aştî û diyaloga
Demokrasiyê destpê bike û parastina Kurdistanê ji Rojava heya Başûr bikeve rojeva gel û hêzên siayasî.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê soza dewamkirina têkoşînê da û wiha bi dawî kir :
”Em carek din bi xwîna şehîdan, têkoşerên rêya azadiyê soz didin, heya gihiştina Kurdistanek azad têkoşîna xwe dewam bikin.”