Cezayên Amerîkî li dijî hikûmeta Şamê

Amerîka di sepandina cezayên Qeyser ên aborî li ser hikûmeta Şamê û her alî û kesên ku pê re dide û distîne de berdewam e.

Di nav de kurê serokê hikûmeta Şamê Hafiz EL-ESED 14 rêxistinên din ku alîkariya hikûmetê dikin, hatin cezakirin.

Îro Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ragihand ku Amerîka di nav de kurê serokê hikûmeta Şamê Hadiz El-Esed ceza li ser 14 kesayet û rêxistinên nû sepandin.

Hafiz Beşar El-Esed 18 salî ye û kurê mezin ê Beşar EL-ESED e.

Ji bilî kurê Beşar, Zuhêr Tewfîq El-Esed û kurê wî Kerem El-Esed jî hatin cezakirin.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyaniyekê ragihand ku rêzecezayên nû bi navê “Cezayên Hema û Meiret Numa” in.

Her wiha di nava rêxistinên nû de yên ku ceza li ser hatine sepandin, Firqeya 1’ê ya artêşa hikûmeta Şamê heye.

Bi destpêkirina qanûna Qeyser a cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê, cara duyemîn rêzeceza tên sepandin.

Nîvê meha Hezîranê di çarçoveya qanûna Qeyserê de, rêzecezayên destpêkê li ser hikûmetê û hinek aliyên piştgir ji hikûmetê re hatin sepandin.

Back to top button