Hêzên hikûmeta Şamê Cebel El-Ekrad topbaran kir

Li Idlibê ku bi şandina sewqiyetên nû re plana şerekî xuya dike, li ser erdê jî şer dewam dike. Hêzên hikumeta Şamê herêmên Cebel El-Ekrad, topbaran kirin.

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku di roja xwe ya 69’an de ye, her roj tê binpêkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, topbaran di navbera hêzên hikumetê û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, li eniya Hezarîn a gundewarên başûrê Idlibê, pêk hatiye.

Hêzên hikumetê herêmên eniya Kebana ya Cebel El-Ekrad topbaran kir.

Duh jî dewleta Tirk 35 wesayît û kamyonên tijî cablixane û madeyên lojistîk û sotemenî, di deriyê Keferlosîn re derbasî Idlibê kiribû û ber bi nuqtyên çavdêriyê yên Tirkiyê ve şandibûn.

Her wiha tê gotin, jimara leşkerên Tirk ên li Idlib û Heleb belav bûne jî, gihaşt zêdetirî 10 hezar û 300’an.

Back to top button