Ji bo şerê Lîbyayê, Tirkiyê zarokên Sûrî dide perwerdekirin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji bo başdarbûna di şerê Lîbyayê de, dewleta Tirk bi dehên zarokên Sûrî dide perwerdekirin.

Rêveberê Çavdêriya Sûrî, Ramî Ebdulrehman, teqez kir ku heta niha dewleta Tirk derdora 150 zarokî ji bo tevlîbûna di şerê Lîbyayê de daye perwerdekirin.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku Tirkiyê bi hîleyan zarokên kêmî 18 salî dixapîne ji bo dev welatên xwe biqerin û ji bo şerê Lîbyayê werin şandin.

Ebdulrehman eşkere kir ku ji bo perwerdekirinê jimareke mezin ên zarokan ji aliyê dewleta Tirk ve ji Idlib û gundewarê Helebê derbasî Efrînê kiriye.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di şerên dawî yên Lîbyayê de 8 çeteyên Sûrî hatine kuştin.

Bivê re 16 jê zarok heta niha 287 çeteyên ku dewleta tirk jî Sûrî derbasî Lîbyayê kirî hatine kutşin.

Her wiha hejmara çeteyên Sûrî ku heya niha bi riya dewleta Tirk gihane Lîbyayê gihiştiye 8 hezar û 700’î.

Back to top button