Piştî gefa tolhildanê, Îsraîl hêzek xwe li ser sînorê Libnanê kom dike

Piştî gefên Hizbullaha Libnanî, artêşa Îsraîlê karwanên leşkerî dişîne ser sînorên Sûriye- Libnan.. 

Artêşa Îsraîlî îro ragihand ku “ji bo nirxandina rewşê, wan biryar da ku hêzeke leşkerî bişînin sînorê bi Libnanê re”.

Artêşê di daxuyaniya xwe de hûrguliyên zêdetir par ve nekir, lê televîzyona 13 a Îsraîlê diyar kir ku artêşê ev hêz ji ber gefên Hizbullahê şandine.

Li gorî televîzyonê, Hizbullah gefa tolhildana endamekî xwe ku berî 2 rojan di êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê de hatibû kuştin, xwariye.

Hizbullaha Libnanî, Sêşemê kuştina vî endamê xwe ragihandibû.

Heman çavkaniyê anî ziman ku artêşa Îsraîlî texmîn dike Hizbullah zû bersivê bide, ji lew re hêzên xwe xistine amadebaşiyê.

Back to top button