QSD: Şaneyeke 10 çeteyî li Reqayê hat girtin

Roj li pey rojê çete tên girtin û Hêzên Sûriya Demokratîk plan û êrîşên şaneyeke 10 kesî pûç kirin..

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku piştî şopandinê, Yekîneyên Antî-Teror bi ser hejmareke bi ser hejmareke veşartgehên DAIŞ’ê de girt û şaneyeke çalak a DAIŞê ku ji 10 çeteyan pêk tê, li herêma Reqayê girt.

Vê şaneyê plan dikir ku di meha Remezanê de, kombûyîn sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl li Reqa û Tebqayê bikirina armanc.

Di nava şaneyê de, pisporên teqemenî û peywendiyan hene.

QSD: Serçeteyekî DAIŞ’ê li hesekê hat girtin

QSD’ê her wiha ragihand ku di çarçoveya lêpirsînên operasyona ku li Kampa Holê hatibû destpêkirin de, yekîneyên wan serçeteyekî şaneyên veşartî yên DAIŞê li Hesekê girt.

QSD diyar kir ku tê payîn ev serçete çek bi qaçaxî derbasî Kampa Holê dikirin.

Back to top button