Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê êrîşa ku di di 19`ê Çileyê de li Rimêlan pêk hat daxuyaniyek da. QSD’ê da ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker, nuqteya Têkiliyên Leşkerî ya li Rimêlanê bombebaran kiriye û di bombebaranê de şervanekî wan şehîd bûye.
QSD`ê da zanîn ku ev navend ji bo koordînekirina hevdîtinên bi Koalîsyona Navneteweyî re dihat bikaranîn.
QSD`ê ragihand ku di êrişê de şervanenî wan Rojhat Hesekê ê di rêveberiya têkiliyên bi Koalîsyona Navneteweyî de kar dikir, şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.
QSD’ê sersaxî da malbatên şehîdan û soza tolhildan û berdewamkirina xeta şehîdan, dubare kir.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Navê Tevgerî: Rojhat Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Hacî Mihemed
Navê Bav: Diya
Navê Dayikê: Seîde
Cih û Dîroka Şehadetê: Rimêlan, 19 Çile 2023.