Jehrîkirina jinên Îranê ji aliyê rêjîmê ve

Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin yên Bakur û Rojhilatê Sûrî bûyera jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê şermezar kir.

Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin yên Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê bûyera jehrîkirina xwendekarên jin li Îranê daxuyanî dan.

Meclisê jehrkirina xwendekarên jin yên dibistan û zanîngehan li Tehran û Erdebîlê ji aliyê rêjîma Îranê ve şermezar kir û got:

”Li hember kirinên rêjîma Îranê bisekinin”

”Ev 4 mehin zêdetir serhildana gelan li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dike.

Li hember vê berxwedanê şidet, tundî, kuştin û darvekirin pêk tê.

Vê carê jî dewleta Îranê xwendekarên jin yên dibistan û zanîngehan bi jehr kirin. Vê bûyerê gelekî deng veda.

Mixabin heta niha tu saziyên navnetewî, mafên mirovan destwerdan nekirine. Ji bo wê jî rojane destdirêjiya rêjîmê zêde dibe.

Meclisê bang li UNSIF û hemû saziyên mafên mirovan kir ku destwerdanên sûcê rejîma Îranê bikin da ku dawî dawî li kirinên xwe yên li hember jinan bîne.

Back to top button