25 roj in li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne!

Ji 5’ê mehê û heta niha li ber dergehê Sêmalka, malbatên şehîdan kon vedane û dixwazin cenazeyên zarokên xwe yên bi dest hêzên PDK’ê hatine şehîdxistin; webigirin. Heta niha cenaze nehatine radestkirin û bersivek jî ji berpirsên Başûrê Kurdistanê nehatiye.

28-29’ê Tebaxê, komek gerîla ku ji 7 kesan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dikevin kemîna hêzên PDK’ê û tên şehîdxistin.

Di wê komê de du gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê Tolhildan Raman û Serdem Cûdî jî hene..

Ji bo ku cenazeyên zarokên xwe wergirin, malbatên şehîdan, 5’ê Cotmehê berê xwe dan Sêmalka û daxwaza wergirtina cenazeyan kirin, lê belê ev daxwaz hat redkirin.

Malbatan li wir dest bi çalakiya konve danê kirin û bi biryar in ku cenazeyên şehîdên xwe werbigirin..

Di nava van rojan de, du caran bi awayekî fermî dayikên Aştiyê xwestin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û namyekî radestî berpirên wan bikin, lê her du caran jî rê nehat dayîn.

Her roj, ji bo piştgiriyê, sazî û gelên herêmê berê xwe didin çalakiyê û banga xwe tev li ya malbatên şehîdan ên li wir dikin.

Back to top button